Ehmed Seado : parçek ji laşê min

HEBLBEST : Ehmed Seado ( evindaro )


Qamişlo dîrok e
Qamişlo çîrok e
Dê , bav û zarok e

Qamişlo ne bajar e
Parçek ji laş e

Şoreş û xwîn û serhiladan
Bêhnek ji wan gulan
Dibe sitranek bi dengê şivan

Ew gundên te yî pir û şêrîn
Amûdê , dêrik û efrîn
Ji te diqehirin hey bajarê evîn

Ew şehîdên te yî ne mir
Bûne sitrî di çavên dijmin

Ew keçên te yî delal
Xort li hemberî wan dibin lal

Ew navê te yî sêrîn
Wê bimîne wek gulên rengîn






أخبـــــــار الوطـــــن

بيـــانــــات و تــقــــاريـــــر